Türkan Tosun
20 Adar 2019•Rojanekirin: 21 Adar 2019
Eskerên Îsraîlê li Şerîaya Rojava 2 Filistînî şehîd kirin.
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê daxuyand li bajarê Nablusê 2 Filistînî ji ber êrîşa eskerên Îsraîlê şehîd ketin.
Di daxuyaniyê da der barê hurgiliyan da agahî nehat dayîn.
Li Nablusê Midûrê Îrtibata Sivîl Mazin ed-Denbek ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand hêzên Îsraîlê gule berdan wesayîteke Filistîniyan, 2 ciwanên bi navê Raîd Hamdan û Zeyd en-Nurî şehîd ketin.
Denbek got eskerên Îsraîlê heta niha cinazeyê Filistiniyên ku şehîd ketine teslîm nekirin.
Eskerên Îsraîlê şev li Nablusê êrîş kiribûn, di navbera esker û ciwanên Filistinî da rageşî çêbûbû.
Eskeran bi guleyên rastîn, plastîk û bi bombeyên xazê yên rondikrêj va mudaxaleya ciwanan kiribûn.