Ruslan Rehimov
11 Îlon 2024•Rojanekirin: 11 Îlon 2024
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku yekeyên ser bi artêşa Ermenistanê çeperên Azerbaycanê yên li Komara Xweser a Naxçivanê gulebaran kirin.
Di daxuyaniya Wezaretê da hat ragihandin ku bi dema herêmî saet derdora 10.50î yekeyên Ermenistanê mewziyên li îstiqameta gundê Heyderabada ser bi parêzgeha Sederekê ya Komara Xweser a Naxçivanê gulebaran kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku eskerên Azerbaycanê bersiva gulebaranê dane.