Ruslan Rehimov
05 Îlon 2024•Rojanekirin: 07 Îlon 2024
Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku yekîneyên artêşa Ermenîstanê çeperên Azerbaycanê yên li Komara Xweser a Naxçivanê gulebaran kirin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Wezaretê da hat ragihandin ku bi dema herêmî saet derdora 19.35an yekîneyên artêşa Ermenîstanê çeperên Azerbaycanê yên li Komara Xweser a Naxçivanê yên ailyê wîlayeta Ordubatê gulebaran kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku eskerên Azerbaycanê jî bersiv dane gulebaranê.