Li Başkaleya navçeya Wanê eskerên ku li ser sinorê Tirkeye-Îranê vezîfeder bûn, jê 34 jin û 36 zarok bi tewahî 130 qaçaxên efxan û pakîstanî ji cemedê xelas kirin.
Qaçaxên ku bê destûr derbasî Tirkiyeyê dibûn li newala ber sînor mahsûr man û li ser vê eskeran li herêmê operasyon li dar xist. Esker di saetekê de gihiştin herêma ku germahî di bin sifirê de 10 pile bû û kesên qaçak lê mehsûr mabûn.
Tîmên ewlekariyê ewil zarok û jin û paşê jî kesên din xelas kirin û ew birin qereqolê û paşê jî şîr, çay û xwarin dan qaçaxan.
Hat ragihandin ku qaçax li nexweşxaneya Dewletê ya Başkaleyê hatin muayene kirin. Ji bo ku qaçaxan bişînin welatên wan, ew şandin Şaxa Biyaniyan a Muduriyeta Ewlehiyê ya Bajêr.