26 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 27 Tîrmeh 2017
HASEKE/ANKARA
Li Sûriyeyê rejima Esed û rêxistina terorê PKK/PYD, li parêzgeha Hesekeya ku di bin dagirkirina rêxistinê da ye, dahata nefta bîrên ji vir, li hev parve dikin.
Li gorî agahiya ku peyamnerê AAyê ji çavkaniyên li herêma Hesekeyê wergirt, PKK/PYD û rejim li Hesekeyê 9 seheyên neftê ku 3 jê aktîf 6 jê jî xalî ne, bi hevra kontrol dikin.
Li seheya neftê ya Rimêlan, Suwêdiye û Qereçoxê ku lê nêzîkî 350 bîrên piçûk hene, rojane 30-35 hezar warêl neft tê derxistin.
PKK/PYDyê çendek berê, kontrola Daîreya Hilberîna Neftê ya li Rimêlanê cardin dewrî rejimê kir û herwiha di navbera wan da peymana parvekirina dahata neftê hat îmzekirin.
Li gorî rêkeftinê, rejim ji sedî 65ê dahatê, PKK/PYD jî ji sedî 20ê dahatê distîne. Rêxistina terorê yê mayîn jî dide hêzên ereb ên xumalî ku seheyên neftê diparêzin.
Meaşê pasewan û xebatkarên din jî rejim dide. Xetên veguhastinê tên temîrkirin.
Seheyên wekî Kahtaniye, Bedran, Zarba, Seîde, Babasî û Alyan vêga ne aktîf in.
Rewşa nefta ku wê ji van deran bê derxistin jî, piştî temîrkirina xetên veguhastinê wê zelal bibe. Tê pêşbînîkirin ku piştî temîrkirinê, nefta vir wê veguhezînin parzûngeha li Humsê.
Beriya şerê navxweyî ji sedî 25ê dahata welat, ji îxcarata neftê dihat temînkirin û ji sedî 95ê wê difirotin Yekîtiya Ewropayê.