Haydar Şahin
09 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
RIYAD
Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî, hetanî ku Qeter "bi eşkeretî helwesta xwe nîşan nede" rêya diyalogê ji dewreyê derxist.
SPAya ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî wek çavkanî wezîfedarekî Wezareta karên Derva nîşan da û di xebera xwe got, "Riyadê hetanî ku Doha helwesta xwe bi eşkeretî nîşan nede û daxuyaniyeke zelal nede ji Dohayê ra deriyên diyalog û têkiliyê girt."
Rayedar bal kişand ser axaftina Mîrê Qeterê Temîm bîn Hemîd Al Sanî û Mîrzeyê Welîehd ê Erebistana Siûdî Mihemed bîn Selman a bi têlefonê û îdia kir ku di nûçeya QNA ya ajansa xeberan a fermî ya Qeterê da rêveberiya Dohayê "rastî berevajî kiriye".
Rayedar destnîşan kir ku li ser daxwaza Qeterê ya ji bo li ser lîsteya ji 13 xalan pêk tê herdu aliyan axivîn û got, "Ya xanê dike ew e ku rêveberiya Qeterê di mijara diyalogê da cidî nîne û polîtîkaya berê ya ku îdia dike nedişopand didomîne."