TOKYO
Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe li Mala Mêvanan a Dewletê hatin bal hev.
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku bi taybetî di sala 2013an de du caran Serokwezîrê Japoyayê Abe hat Tirkiyeyê û ji van serdanên wê bextewar bûnê û wiha got: "Salvegera 90emîn a têkiliyên Tirkiye û Japonyayê ye. Ez bawerim berdewamkirina van serdanan dê têkiliyên Tirkiye û Japonyayê pêş bixe."
Serokwezîrê Japonyayê Şînzo Abe jî destnîşan kir ku têkiliyên Tirkiye û Japonyayê kevn in û dixwazin ku ev têkilî xurt bibin. Hevdîtin ji çapemeniyê re girtî dewam kir. Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sîruştî Taner Yildiz, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Çagatay Kiliç, Wezîrê Darayiyê Nîhat Zeybekçî û Wezîrê Parastina Neteweyî Îsmet Yilmaz jî beşdarî hevdîtinê bûn.