KATMANDU
Hejmara kesên ku di erdheja ku li nêzîkî Katmantuya paytextê Nepalê qewimîbû da miribûn ji 6 hezar 700î derbas bû.
Rayedarên polêsan diyar kirin ku hejmara kesên ku Nepal, Hindistan û Tîbetê mirin ji 6 hezar û 700î derbas bû û hejmara birîndaran jî 14 hezar e. Wezareta Karên Navxweyî eşkere kir ku di erdhejê da herî kêm 160 hezar xanî hilşiyan.
Balyozê Katmantuyê yê Yekîtiya Ewropayê Rensje Teerîk daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku li hezar welatiyên YEyê digerin, piraneya kesên windabûyî tûrîst in.
Berdevkê Wezareta Karên Derva yê Fransayê Romaîn Nadal destnîşan kir ku ji 150yî zêdetir welatiyên Fransayê winda ne û li wan digerin.
Wek mayîn, saziyên alîkariya navneteweyî bê navber amûrên alîkariyê dişînin Nepalê. Gelek ekîbên ji welatên ku di nav wan da Çîn, Hindistan û Pakistan jî hene li Nepalê ji bo lêgerîn û xilaskirinê dixebitin.
Heyeteke ku ji 93 kesên ji Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afatê ya Serokwezîriyê (AFAD), Qizilay, Komeleya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) pêk tê jî ji Tirkiyeyê çû Nepalê û li wê derê alîkariyê dikin. Ekîbên AFADê yên ku hatin Katmantuyê 16 ton amûrên alîkariyê yên ku ji Tirkiyeyê hatin şandin teslîmî rayedarên Nepalê kirin.
Li Nepalê li Lamjunga ku 80 kîlomêtroe li bakurê rojhilatê Katmantuya paytext e, roja şemiyê di saet 11.56an da erdhejeke ku lerza wê 7.8 e çêbibû. Herî dawîn li welêt di sala 1934an da erdhejeke lerza wê 8,1 e çêbibû û ji 10 hezaran zêdetir kes miribûn. Ji wê erdhejê vir da ev erdhej erdheja ku lerza wê herî mezin e.