BEXDA
Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harper ê ku di çarçoveya serdanên fermî de li Iraqê ye piştî Bexdayê derbasî Hewlêrê bû û Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî jî ew ezimand.
Di merasima pêşwazîkirina Harper de ji bilî Mesûd Barzanî, Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî, Wezîrê Pêşmergeyan Mistefa Seyîd Qadîr, Wezîrê Karên Navxweyî Kerîm Sîncarî, Wezîrê Plankirinê Elî Sîndî û Misteşarê Ajansa Ewlehiyê Mesrûr Barzanî jî cih girtin.
Barzanî û Harper li balafirgehê li ser piya piçek pirsa hev kirin û paşê jî ji bo dest bi hevdîtinên di navbera lijneyan de bikin derbasî Avahiya Fermî ya Serokwezîriyê bûn. Civîna di navbera heyetan de dewam dike û di heyeta Harper de Wezîrê Parastinê yê Kanadayê Jason Kenney jî cih digire.
Ji welatên ku di koalîsyona li dijî DAEŞê de cih digirin yek jî Kanada ye.
Wisa tê texmînkirin ku di hevdîtina Barzanî û Harper de mijara sereke wê têkoşîna ku li dijî DAEŞê tê dayîn be.