BEXDA
Serokwezîrê Iraqê Heyder el-Îbadî bi Serokwezîrê Kanadayê Stephen Harperê ku di çarçoveya serdanên fermî da li Iraqê ye re hevdîtin kir.
Ofîsa serokwezîriyê ya Iraqê daxuyanî da û ragihand ku Îbadî û Harper di hevdîtina xwe de li ser têkoşîna ku li dijî DAEŞê tê birêvebirin sekinîn û Îbadî ji Serokwezîrê Kanadayê Harper xwest ku di têkoşîna li dijî DAEŞê de Kanada bila alîkariyên xwe zêde bike.
Ofîsê diyar kir ku Îbadî di hevdîtinê qala DAEŞê jî kir û ragihand ku her ku diçe hêza DAEŞê kêm dibe.
Harper jî destnîşan kir ku di têkoşîna li dijî DAEŞê de piştgiriyê didin Iraqê û têkiliyên di navbera herdu welatan de qada leşkerî jî di nav de di her hêlê de hene.