ANKARA
Serlêdanên Ezmûna Hilbijartina Xebatkarên Kamûyê (KPSS) dê di navbera 6 û 21ê gulanê de bên kirin.
Li gor salnameya ezmûnê ya li malpera OSYMyê KPSS (Koma Ayê û Mamostetî) dê di 4-5ê tîrmehê de, Ezmûna Agahiyên Beşê yê Mamostetiyê (OABT) jî dê di 12yê tîrmehê de bê kirin.
Namzedên ku ji lîsansê mezûn in an jî dikarin ji bernameya lîsansê mezûn bibin, dê bikaribin serî li KPSSyê bidin. OABT jî di nav de muameleyên serlêdanê dê di 6ê gulanê de dest pê dike û di 21ê gulanê de biqedin.
Kesên dixwazin dê bikaribin ji ser malpera "www.osym.gov.tr" û navendên OSYMê serî li KPSSyê bidin.