ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz destnîşan kir ku piştî peymana ji bo li çiyayê Qendîlê li neftê bigerin, hin kes pirsên wek 'Hûn ê neftê bi PKKyê ra parve bikin' dikin û wiha got: "Em ê neftê ne bi PKKyê ra bi Iraqê ra parve bikin. Em girîngiyê didin vê projeyê. Ji bo balkişandina ser biratiya her du dewletan ev girîng e."
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz bû mêvanê Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) û pirsên di rojevê da bersivand.
Yildiz der heqê çûyîna ceyranê da axivî û wiha got: "Me teşhîsa xwe li bûyerê kir. Çawa bû û çi qewimî. Lê em li ser sedemên ku raya giştî jî mereq dike, gelo teknîkî ye, îdarî ye, ji xeynî vê manîpulasyon û spekulasyon e yan jî tiştekî ku zirarê dide pergalê heye, em li ser hemû tiştan disekinin û dixebitin."
- Îhtimala êrîşa sîber
Yildiz diyar kir ku îzahkirina bûyerê nayê wê meneyê ku meriv sedemên bûyerê bizanibe û wiha axivî: "Me teşhîsa xwe danî û meseleyê xwend. Li gor qenaeta me dibe ku bi 2-3 awayî wiha bûbe. Ji me dipirsin, 'Gelo ev êrîşeke sîber e?', ev ne li derveyî îhtimalan e, lê ji bo em bibêjin êrîşa sîber e jî dane di destê me da kêm in. Em ji ser guhê xwe ra navêjin. Di destê me da daneyeke diyar tuneye. Lêkolîn tê kirin. Dibe ku teknîkî be jî. Em ê bi raya giştî ra parve bikin."
- "Em di santrala nukleer da bi biryar in"
Yildiz destnîşan kir ku piştî çûyîna ceyranê der barê peymana ji bo santrala nukleer da spekulasyon tên kirin û wiha xeberda: "Der barê santralên hêza nukleer da biryarên me yên siyasî hene, biryarên me yên teknîkî hene. Peymanên me hene. Bi hin dewletan ra pêwendiyên me hene. Em gelekî bi biryar in. Peymana bi qasî 100 milyar lîreyî ya bê garantî ya xezîneyê hat kirin û ev yek jî li Tirkiyeyê nîşaneyeke girîng a jêbaweriya îstiqrara siyasî ye û berdewamiya wê jêbaweriyê nîşan dide."
- Rêjeya vekirin û girtina ceyranê
Yildiz der barê rêjeya ceyrana qaçax da wiha peyivî: "Dema ku em 3 herêman li derva bihêlin, em dibînin ku kêmzêdeya me ji kêmzêdeya welatên endamê Yekîtiya Ewropayê kêmtir e."
Yildiz der heqê Yekîtiya Ewropayê da jî wiha got: "Dixwazin bira sernava me ya vejenê vekin, dixwazin bira venekin. Em ê tişta ku rast dibînin, bikin."