Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cewad Zarîf got di muzakereyên ku di navbera Îran û welatên 5+1ê de dihatin kirin de ji mijaran re çareserî dîtin û dest bi amadekirina pêşnumayê kirin.
Zarîf îro ji ser hesaba xwe ya twitterê "Çareserî hat dîtin. Em li ser pêşnumayê xebatan dikin." nivîsand.
Nûnera Polîtîkaya Ewlehiyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê (YE) Federica Mogherini ji ser hesaba xwe ya twitterê nivîsand ku dê bi Zarîf re daxuyaniya çapemeniyê bidin û "xeberên wan ên xweş" hene.
Welatên 5+1ê yên ku bi Îranê re muzakereyê dikin, ji bo peymana ku tê armancakirin pêk bê, dixwazin Îran pêşî 10 salan xebatên xwe yên nukleer bide sekinandin û 5 salên pişt re jî sînordarkirinên li ser xebatên nukleerê yên Îranê bi qedeme rakin. Lê belê Îran dibêje ku dibe 10 sal bên nîqaşkirin pişt re jî hemû sînordarkirinên li ser bernameya nukleerê bê rakirin.
Dijîtiya din a di hevdîtinan de jî ew e ku dewletên Rojavayê şûna ku mueyyîdeyên li ser Îranê rake dixwaze ku bide seknandin. Rojava bi hinceta dibe ku Îran li gor peymana ku dê bê kirin tevnegere û diparêze ku mueyyîdeyên NYyê neyên rakirin bidin seknandin. Îran jî diyar dike ku divê hemû mueyyîdeyên ku tên tetbîqkirin bên rakirin. Bi peymana ku ji xwe re kirin armanc de tê payîn ku sê mehên din jî bi merheleyek din hevdîtinan berdewam bikin. Di salnemaya ku ji bo peymana der heqê kapasîteya nukleer a Îranê de hat diyarkirin de dîroka dawîn 1ê tîrmehê ye.