SILÊMANÎ
Nûnerê Tirkiyeyê yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Behrûz Gelalî ragihand, dem hat ku rêvebiriya Kurdistanê li Enqere û Stenbolê ofîsên nûnertiyê yên fermî vebike.
Gelalî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku divê di navbera rêvebiriya Kurdistan û Tirkiyeyê de têkiliyên aboriyê xurttir bibin û wiha dewam kir: "Dem hat ku rêvebiriya Kurdistanê li Enqere û Stenbolê ofîsên nûnertiyê yên fermî veke. Ji bo xurtbûna têkiliyên her du aliyan ez bawer im, ev ê bibe gaveke pir girîng. Divê rayedarên Kurdistanê der heqê vê mijarê de daxwazê li Tirkiyeyê bike. Jixwe çendîn sal in ku di navbera me û Tirkiyeyê de peymaneke neftê heye."
Gelalî daxuyand, piştî ku pêşmerge çûn Kobanê, têkiliyên Tirkiye û herêma Kurdistanê xurttir bûn û wiha dewam kir: "Li Tirkiyeyê ewlehî û asayîş ji bo gel çi qas girîng be, ji bo me jî ew qas girîng e. Tiştekî teqez e ku rêvebiriya Kurdistanê û Tirkiye mihtacî hev in. Ji bo ku pêşmerge derbasî Kobanê bibin, Tirkiyeyê piştgirî da me. Her kes pir baş dizane ku ev alîkarî çi qas girîng e."
Gelalî bi bîr xist, DAEŞê piştî ku êrîşî Hewlêrê kir Tirkiyeyê alîkariya leşkerî da rêvebiriya Kurdistanê û wiha dewam kir:
"Wê demê min geşedan saniye saniye dişopand. Hewlêr piştî ku ket talûkeyê, Tirkiyeyê alîkariya leşkerî da. Serbazên tirk vê gavê li Sorana navçeya Hewlêrê perwerdeya leşkerî didin pêşmergeyan. Bêguman me ji Tirkiyeyê zêdetir tişt hêvî dikirin, lê şert û mercên wê demê diyar bûn."
Li Tirkiyeyê ofîsa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) heye. Lêbelê bi awayekî fermî nûnertiyeke Herêma Kurdistana Iraqê tuneye.