ÎSTANBUL
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz li Stenbolê di vekirina fûarekê da axivî û destnîşan kir ku di pergala belavkirina ceyranê de erize çêbû û ev gelekî girîng e.
Yildiz destnîşan kir ku serdana xwe ya li Slovakyayê di nîvî de hişti û vegeriya Tirkiyeyê û wiha got: "Ez çawa hatim, em civiyan. Ceyrana çima hat birîn? Me teşhîs kir. Em li ser meseleyê disekinin, lê sedemên sereke çi ne, ji bo vê lêkolînên me dewam dikin. Di sala 1999an de erdhej çêbû û ji ber vê jî li hin deran xesar çêbûn, ev li derveyî vê meseleyê ye. Lewra li wir xetên ceyranê yên şandin û belavkirinê zirar dîtibûn."
Yildiz diyar kir ku xebatên ji bo tesbitkirina sedeman dewam dikin û wiha got: "Li gor grafîkan daketina frekansan heye, lê ji ber midaxeleyê ye, ji ber sedemên teknîkî ye, yan jî manîpulasyon heye, em nikarin tiştekî bibêjin."