HEWLÊR
Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW) çendek berê raporek weşand û di rapora xwe de Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) tawanbar kir ku nahêle penaberên ereb vegerên malên xwe. Hat ragihandin ku HRWyê ji ber vê rapora xwe ji HKIyê lêborîn xwest.
Berpirsê Maseya Penaberan a HKIyê Dîndar Zêbarî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de diyar kir ku HRWyê ji ber rapora xwe ya ku tê de rêveberiya HKIyê tawanbar kir, lêborîn xwest.
Zêbarî destnîşan kir ku şandeyeke ji HRWyê li Hewlêrê wan ziyaret kir û mûkirkirin ku rapora wan bi şaş e û wiha xeberda:
"Di rapora HRWyê de bi taybetî jî dihat îdiakirin ku rêveberiya HKIyê nahêle erebên sunne vegerin malên xwe. Anku îdiayeke wisan ku rêveberiya Kurdistanê siyaseteke wiha dimeşîne. Rayedarên HRWyê xetayên xwe qebûl kirin. Ji ber ku ev rapor xwe dispêre tenê çend çevkaniyên lokal. Rayedarên HRWyê diyarkirin ku ev 11 sal in ew raporên mafên mirovan amade dikin û yekane adrêsa ku wan jê lêborîn xwest hikûmeta Kurdistanê ye."
Zêbarî balkişand ku herêma kurdan deriyên xwe li ber bi deh hezaran welatiyên ku ji başûrê Iraqê reviyan vekir û wiha domand: "Ev, erebên sunnî ne ku ji ber pevçûnan ji Mûsil, Diyala û Tîkrîtê reviyan. HRWyê xeletiya xwe qebûl kir û got ku ewê di rapora xwe ya din de li ser vê meseyê rawestin."