Haydar Şahin
20 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 21 Cotmeh 2018
BERLÎN
Frank-Walter Steinmeierê Serokomarê Almanyayê got li gelek ciyên Almanyayê bi pêşdarazê li dijî Mislimanan tev digerin û nikarin xwe ji vê ra ker bikin.
Steinmeier beşdarî çalakiya ji bo salvegera 40an ya avakirina Navenda Dokumantasyon û Hevdîtina Xiristiyan û Mislimanan (CIBEDO) a li Berlînê hat lidarxistin bû û di çalakiyê da axivî. Steinmeier bang kir ku bira ji bo jiyana bi hev ra ya Xiristiyan û Mislimanên li Almanyayê rê û rêgez werin dîtin.
Serokomar Steinmeier diyar kir ku jiyana bi hev ra ya civakên cuda bê pirsgirêk nîne û her kes jî cudahiyê wekî dewlemendî nabîne û wiha axivî: "Rastî ew e ku li gelek ciyan li dijî Mislimanan bi pêşdaraz tevdigerin û rikê xwe dikutin wan û em nikarin xwe li ber vê ker bikin."
Steinmeier got dibê li ser pirsgirêkan biaxivin û çareseriyan bibînin û wiha pê da çû: "Ji bo jiyana bi hev a dibê em rê û rêgezan eşkere bikin. Dema hewce bike jî dibê sînorên eşkere xêz bikin."
Serokomarê Almanyayê Steinmeier got dibê li dijî hemû kesên "li ser navê dîn qanûna bingehîn û dewletê rexne dikin" û "însanan ji ber dînên wan ji xwe dûr dixin û cudakariyê dikin" sînorên eşkere werin xêzkirin, her kes dikare di çarçoveya pergala qanûna bingehîn da li gor dînê xwe bijî.
Steinmeier ji Xiristiyan û Mislimanan xwest ku bira bi hev ra biaxivin û wiha axivî: "Hetanî dibêjin gelo Îslam aîdê Almanyayê ye an na û dikevin nîqaşan, dibê em Xiristiyan di nav xwe da û bi Mislimanên cînarê xwe ra biaxivin û bêjin gelo Îslamiyet û Xiristiyanî ji bo pirsgirêkên ciwanan çi dibêje, em dikarin çareseriyên çito bibînin û li ser vê biaxivin."