Türkan Tosun
27 Adar 2018•Rojanekirin: 27 Adar 2018
VARNA
Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê (YE) Donald Tusk daxuyand têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di nav rewşeke zehmet de ye û wiha got: "Em ancax di mijarên ku dikarin hevkariyê bikin de baş hevkariyê dikin. Ez careke din dixwazim bibêjim, ji bo ku em pirsgirêkan çareser bikin, hevkariya xwe xurt bikin em ji diyalog û îstişareyê re amade ne."
Tusk piştî Civîna Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê di civîna hevpar de axivî û got di mijara koç û penaberan de Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê pir ji nêz va wek du şirîk tevdigerin û ji ber karên nuwaze yên ku Tirkiye dike ew spas dikin.
Tusk got piştî hewldana derbeya 15ê tîrmehê û êrîşên terorê Tirkiye tevdîrên ewlehiyê dibîne ew vê fêm dikin, lê hin tevdîr zirarê didin azadî û hiqûqê.
- Serokê Komisyona YEyê Junker
Serokê Komisyona Yekîtiya Ewropayê Jean-Claude Juncker jî pesnê gelê Tirk da û got ew miletekî wêrek û mezin e.
Juncker got divê Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê bibin şirîkên rastîn, li ser mijarên wan ji hevdu dûr dixe çareseriyan bigerin, hevkarî û diyalogê pêşva bibin.
Juncker anî ziman di mijara vejen, ewlehî û têkoşîna dijî terorê de divê hevkarî bê kirin.
Der barê Operasyona Çiqlê Zeytûnê de Juncker got Tirkiye divê li gor hiqûqa navneteweyî mudaxaleyê bike.
Ji bo têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê Juncker wiha got: "Ez tu caran nebûm alîgir ku bila muzakereyên endamtiyê yên Tirkiyeyê bên rawestandin. Ji bo ku bi Tirkiyeyê re muzakere dewam bikin ez garantor bûm û ezê wisa jî dewam bikim."
Serokwezîrê Bulgaristanê Boykov Borîssov yê ku Serokatiya Heyamê ya Konseya YEyê dimeşîne jî got ew der barê têkiliyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê, têkiliyên Tirkiye û Bulgaristanê de bi berfirehî axivîne.
Borîssov got muzakereyê dewam bikin û wiha axivî: "Heta dawiya hezîranê li gor geşedanên çêbibin emê cardin bên bal hevdu."