Abdullah Tel
20 Gulan 2017•Rojanekirin: 21 Gulan 2017
WASHINGTON
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DEAŞê ra yê DYAyê Brett McGurk diyar kir ku di têkoşîna dijî DEAŞê da Tirkiye şirîkekî girîng û krîtîk e û wiha pê da çû: "Em bêyî Tirkiyeyê nikarin DEAŞê têk bibin."
Wezîrê Parastinê yê DYAyê Jîm Mattis, Serorê Sererkaniyê yê DYAyê Joseph Dunford û Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DEAŞê ra yê DYAyê Brett McGurk bi hev ra li Wezareta Parastinê ya DYAyê (Pentagon) civîna çapemeniyê li dar xistin.
Nûnerê Taybet ê Têkoşîna bi DEAŞê ra yê DYAyê McGurk destnîşan kir ku ji roja wezîfe hilda ser milê xwe heta îro ji Iraqê zêdetir çû Tirkiyeyê û got ku di têkoşîna li dijî DEAŞa rêxistina terorê da Tirkiye şirîkekî pir girîng e û wiha pê dewam kir: "Heke ew Tirkiyeya ku şirîkekî krîtîk e nebe em nikarin DEAŞê têk bibin. Ez her gav bi hevpîşeyên xwe yên li wê derê ra dişêwirim."
McGurk bal kişand ser hevdîtinên li Cenewreyê bi armanca helkirina pirsgirêka Sûriyeyê tên kirin û ragihand ku DYA him ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê û him jî di têkoşîna li dijî DEAŞê da bi Tirkiyeyê ra şirîkatiyê dike.
- "Ez pir rêzê nîşanî Çavuşoglu didim"
Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu bang kiribû ku bila DYA McGurk ji wezifeyê hilde û ev yek jî ji McGurk hat pirsîn û wî jî got: "Di navbera me û Tirkiyeyê da hin cihêtiyên ji ber taktîkê hene lê ez pir rêzê nîşanî Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê didim. Wezîr hevpîşeyekî pir nêzî Tîllerson û di heman demê da têkiliya wan jî heye. Ez hêvî dikim ku têkiliya me bi wan ra dewam bike. Ez pir rêzê nîşanî hemû rayedarên tirk didim."