Emîne Erdoganê hevdîtin digel Papa Leoyê 14emîn kir

Holy See (Vatican City State)
Emîne Erdogana hevjîna Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li Vatîkanê hevdîtin digel Rêberê Katolîkan û Serokê Vatîkanê Papa Leoyê 14emîn kir.
Emîne Erdogana ku bi mebesta pêşkêşkirina gotarekê di çalakiya bi serenava "Aboriya li ser asta biratiyê: Piralîbûna Etîkê" ya ku dê li Enstîtuya Zanistên Sosyal a Papatiyê bê lidarxistin, li Vatîkanê ye, li Qesra Apostolîkê digel Papa Leoyê 14emîn hevdîtinek kir.
Li gorî agahiya ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyê Serokomariyê bi dest xist, di hevdîtinê da mijarên weke trajêdiya mirovî ya li Xezeyê, hewlên têkoşana dijî guherîna avûhewayê, têkoşana dijî Îslamofobî û nijadperestiyê digel giringiya hebûna malbatê di nava civatê da hatin gotûbêjkirin.
Erdoganê ji ber ku beriya ne bi gelekî weke Papa hat hilbijartin Papa Leoyê 14emîn pîroz kir û hêviya xwe derbirî ku ji bo cîhana Xiristiyanan bibe sedema xêrê.
- Emîne Erdoganê bal kişand ser trajêdiya li Xezeyê
Di hevdîtinê da bal bo Xezeya di bin êrîşa Îsraîlê da û trajêdiya mirovî ya li wêderê hat kişandin.
Emîne Erdoganê ji bo agirbesta mayinde û gihîştina alîkariya mirovî bang li Papa kir anî ziman ku "di warê Xezeyê da divê cîhana Xiristiyan dengê xwe bilind bike."
Emîne Erdoganê ji bo aştiyeke mayînde û domdar li Filistînê giringiya pêkanîna çareseriya dudewletî di zûtirîn demê da û zêdekirina hejmara welatên ku Dewleta Filistînê bi fermî nas dikin anî ziman.
Erdoganê di hevdîtinê da, ji Papa ra got ku Xiristiyanên li herêma ku mijara gotinê ye dijîn, ku dêr û civakên wan di bin gefê da ne, divê niha aştiyê bibînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.