Şeyma Uzundere
20 Mijdar 2022•Rojanekirin: 22 Mijdar 2022
Elon Muskê xwediyê nû yê platforma medyaya civakî Twitterê, hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ê ku piştî serdavêtina Kongreyê ya di 6ê Rêbendana 2021ê da hatibû girtin, vekir.
Hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Trump ê Twitterê piştî qedexeya bi qasî 2 salan vebû.
Piştî aktîfbûnê, hejmara şopînerên Trump bilez zêde bû û derket 52 milyonî. Trump heta niha tu parvekirin nekiriye.
Musk ji ser Twitterê di 18ê Mijdarê da bi pirsa "Gelo hesabê Trump divê bi paş da were dayîn?" anketek da destpêkirin.
Musk encama anketê eşkere kir û ragihand ku ji sedî 52yê bikarhêneran dengê "erê" dan.
Musk peyama "Gel axivî. Trump dê bi paş da vegere." parve kir û îfadeya bi Latînî "Vox Populi, Vox Dei" ku tê maneya "Dengê gel, dengê Xweda" emiland.
Twitterê di 9ê Rêbendana 2021ê da piştî biserdagirtina Kongreyê ya di 6ê Rêbendana 2021ê da eşkere kiribû ku wê, hesabê Serokê berê yê Amerîkayê Trump bi awayekî mayînde rawestand.
Di daxuyaniya nivîskî ya ekîba ewlekariya Twitterê da wiha hatibû gotin, "Piştî ku me peyamên dawîn ên Trump ji ser hesabê xwe parve kirin lêkolîn kirin û me lê nihêrî ku çawa bertek sitandin, ji ber rîska tûjkirina bêtir tundiyê me ev hesab bi awayekî mayînde rawestand."