Nihat Kavşut
15 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 16 Rêbendan 2018
HATAY/KILÎS
Di 2 sal û nîvên dawîn da ji ber êrîşên ku ji Efrîna herêma Sûriyeyê ku di destê YPG/PYD/PKKya rêxistina terorê da ye dijî qereqolên li ser sînorê Hatay û Kilîsê hatin kirin 2 esker şehîd ketin û eskerek jî birîndar bû.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê berhev kir di 2 sal û nîvên dawîn da ji Efrîna herêma Sûriyeyê ku di destê YPG/PYD/PKKya rêxistina terorê da ye dijî qereqolên li ser sînorê Hatay 10 û dijî qereqolên li Kilîsê 2 êrîş hatin kirin.
Li gor agahiyan Artêşa Tirkiyeyê li gor rêgezên angajmanê bersiv da êrîşan û gelek terorîst hatin berterefkirin.
Li gor agahiyan di 10 êrîşên dijî Hatayê da 2 esker şehîd ketin û di qereqolekê da xisar çêbû.
Li gor agahiyan di 10ê îlona 2015an da ji kozika nobetê ya personelên Qereqola Sînor ya Piyade ya Cîlvegozuyê ku girêdayî Fermandariya Alaya Sînor ya Piyade ya 2yemîn a Hatayê ye dîmen tên hildan û di dema dewriyeyê da eskerek ji ber êrîşa ji aliyê Sûriyeyê da tê kirin birîndar dibe û li nexweşxaneyê digel midaxeleyê şehîd dikeve.
Li gor agahiyan di 8ê îlona 2016an da bi çekên mekanîk gule berdidin Qereqola Sînor ya Erol Çavuş ku li ser sînor li hember qaşo "kantona Efrînê" ya li Sûriyeyê ye.