Dinya

Ebdulmecîd Tebbûn bû serokomarê nû yê Cezayîrê

Abdullah Tel  | 13.12.2019 - Rojanekırın : 14.12.2019
Ebdulmecîd Tebbûn bû serokomarê nû yê Cezayîrê

Ankara

Li Cezayirê Ebdulmecîd Tebbûnê serokwezîrê berê di tura ewil a hilbijartina serokomariyê da ji sedî 58ên rayan wergirt û wek serokomarê nû hat hilbijartin.

Serokê Îdareya Hilbijartina Neteweyî ya Serbixwe Mihemed Şerefî li paytextê civîna çapemeniyê li dar xist û ragihand ku li nav welêt ji sedî 41,1 û li dervayê welêt jî ji sedî 39,8ên dengdêran di hilbijartinê da ray avêtin.

Şerefî destnîşan kir ku Ebdulmecîd Tebbûnê serokwezîrê berê di tura ewil a hilbijartina serokomariyê da 4 milyon û 945 hezar rayên ji sedî 58an pêk tê, wergirt û wek serokomarê nû hat hilbijartin.

Di hilbijartina serokomariyê da Ebdulqadir bîn Karîne ji sedî 17yê rayan hilda bû duyemîn û ji serokwezîrê berê Elî bîn Flîs jî ji sedî 10,5ê rayan hilda û bû sêyemîn.

Li Cezayirê duh di nav protestoyên ku ji seranserê salê vir va ji bo veguherîneke mezin tên kirin da hilbijartina serokomariyê hatibû kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.