Nihat Kavşut
24 Sibat 2018•Rojanekirin: 25 Sibat 2018
ANKARA
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan wê ji bona serdanên fermî Cezayîr, Morîtanya, Senegal û Maliyê ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya Navenda Çapemeniyê ya Serokomariyê Erdoganê di navbera 26ê sibatê û 2yê adarê da derkeve gera Afrîkayê û Cezayîr, Morîtanya, Senegal û Maliyê ziyaret bike.
Serokomar Erdogan di serdanên xwe da wê bi hevtayên xwe ra bicive, hevdîtinên di nav lijneyan da bên kirin û mijarên dualî û herêmî û yên navneteweyî bên gotûbêjkirin.
Di çarçoveya serdanan da wê li Cezayîr û Senegalê forûmên kar bên lidarxistin.