Îdiaya Rûsyayê destûr hildaye ku li 6 welatên Afrîkayê baregeha esmanî ava bike
Hat îdiakirin ku Rûsyayê bi welatên Afrîkayê ra tevkariya eskerî zêde kiriye û destûr sitandiye ku li 6 welatan baregeha esmanî ya eskerî ava bike.
Berlin
Hat îdiakirin ku Rûsyayê bi welatên Afrîkayê ra tevkariya eskerî zêde kiriye û destûr sitandiye ku li 6 welatan baregeha esmanî ya eskerî ava bike.
Li gor nûçeya ku rojnameya Bildê dispêre rapora veşartî ya Wezareta Karên Derva ya Almanyayê, Rûsya ji sala 2015an vir va bi 21 welatên Afrîkayê ra peymanên tevkariya eskerî kirine, Rûsyayê berê tenê bi 4 welatên Afrîkayê ra tevkariya eskerî kiribû.
Li gor îdiaya nûçeyê, di çarçoveya van peymanan da rêvebiriya Moskovayê destûr xwestiye ku li Komara Afrîkayê ya Navîn, li Misir, Erître, Madagaskar, Mozambîk û Sûdanê baregeha esmanî ya eskerî ava bike.
Li gor nûçeyê, Rûsya qismen veşartî, qismen jî fermî eskerên welatên navborî perwerde kirine, di vê çarçoveyê da li Komara Afrîkayê ya Navîn 180 eskerên Ûris wezîfe kirine.
Di nûçeyê da hat gotin ku her sal nêzî 20 eskerên Maliyê li Rûsyayê perwerde dibin.