Muhammet Kurşun
08 Hezîran 2017•Rojanekirin: 09 Hezîran 2017
WASHINGTON
Dîrektorê berê yê FBIyê James Comey, di îfadeya xwe ya Kongreya Emrîkayê de îddia kir ku rêveberiya Trump "piştî bidawîanîna wezîfeya wî ew reş kiriye" û "der barê FBIyê de derew kiriye"
Comey piştî ku 10ê gulanê Serokê Emrîkayê Donald Trump wê ji kar avêt, cara yekê beşdarî rûniştinekê ji gel re vekirî, bû û di Komîteya Îstixbarata Senatoyê de, pirsên senatoran bersivandin.
Dîrektorê berê yê FBIyê Comey, di îfadeya xwe ya Kongreya Emrîkayê de îddia kir ku rêveberiya Trump "piştî bidawîanîna wezîfeya wî ew reş kiriye" û "der barê FBIyê de derew kiriye"
Comey, di îfadeya xwe ya Kongreya Emrîkayê de got dema ew li ser wezîfeyê bû di lêpirsîna der barê Rûsyayê de navê Serokê Emrîkayê Donald Trump tunebû.
Comey, di îfadeya xwe ya Kongreya Emrîkayê de diyar kir ku di serdemên George W. Bush û Barack Obama de di hevdîtinên taybet de pêwîst nedîtiye ku notan bigire lê hevdîtinên digel Donald Trump bi sedema "dibe ku rojekê xwe û tevahiya FBIyê biparêze" xistiye bin qeydê.
- Trump daxwaza "dawîlêanîna lêpirsîna Rûsyayê" nekiriye
James Comey got ku Serokê DYAyê Donal Trump ji wî nexwestiye "lêpirsîna Rûsyayê bi dawî be" lê belê daxwaz kiriye ku lêpirsîna derbarê Şêwirmendê berê yê Asayişa Nêvneteweyî Michael Flynn bi dawî bibe.