WASHINGTON
Hat ragihandin ku balafirên bêmirov ên artêşa Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li nêzî Şengalê ji hewayê ve li du wesaîtên bizirx ên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) xistin.
Fermandariya Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTOM) diyar kir ku hêzên kurdan ji wan re xeber şandin ku DÎŞI gula berî ser sivîlan dide.
Li ser vê giliyê wesaîtên bêmirov ên artêşa Amerîkayê ku ji dûr ve bi kumandayê ve tên kontrolkirin li du wesaîtên DÎŞIyê hat xistin.
Hat destnîşankirin ku balafirên tevlî operasyonê bûn bê qeza û bela ji herêmê veqetiyan.