SELAHEDDÎN
Li Sammaraya bajarê Iraqê di navbera rêxistina terorê ya Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) û milîsên Şiî yên el-Haşdû’ş-Şebî de pevçûn derket û di encamê de 26 kes hatin kuştin.
Li gor hêzên ewlehiyê yên Iraqê, di navbera milîsên el-Haşdû’ş-Şebî û DÎŞIyê de şer derket û ji milîsên şiî 26 kes mirin.
Hat diyarkirin ku nayê zanîn gelo ji DÎŞIyê mirî û birîndar hene û yan na û tê gotin ku hê pêvçûn dewam dikin.