Haydar Şahin
04 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ANKARA
Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin got: "Almanya û Ewropa guh nadin pirsgirêkên bingehîn û acil, êrişî Tirkiyeyê û Erdogan dikin, ev jî nîşana tengbûna nêrîna Ewropayê ye."
Kalin li ser hesabê xwe yê twitterê nîqaşa di navbera Serokwezîra Almanyayê Agela Merkelê û Serokê Pariya Sosyal Demokrat (SPD) û namzedê serokwezirtiyê Martîn Schulz da nirxand.
Kalin got di nîqaşa navbera Merkelê û Schulz da mijara Tirkiyeyê û Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bal kişand ev jî tesaduf nîne û wiha nivîsî:
"Almanya û Ewropa guh nadin pirsgirêkên bingehîn û acil, êrişî Tirkiyeyê û Erdogan dikin, ev jî nîşan tengbûna nêrîna Ewropayê ye. Dijîtiya Tirkiyeyê ya li Ewropayê ji bo ku pirsgirêkên bingehîn ji ber çavan rakin û yekî ji xwe ra têxin dijmin û xwe rihet bikin tê kirin."
- "Hêviya me ew e ku ev rewşa bi pirsgirêk di demeke kin da biguhere"
Kalin bal kişand ku civakên xwe di ser "dijmin û kesên din" ra didin nasîn tu carî nikarin nasnameya xwe bibînin, ev kirina herî zêde zirarê dide civakê.
Îbrahîm Kalin got siyaseta sereke ya Almanyayê ku histûyê xwe li ber siyaseta populîst û dijmintî-cudakariyê xwar bike ev ê tenê bi kêrî cudakarî û neteweperestiyê bê û wiha pê da çû:
"Almanyaya ku bi eşkereyî deriyên xwe ji rêxistinên wek FETO û PKKê vedike gelo nizane ku demokrasiyê naparêze, teror û derbekaran diparêze? Girîng nîne ku kîjan partî dê hilbijartina Almanyayê qezenc bike. Lewra êdî eşkere dibe ku kîjan zihniyet dê qezenc bike. Merkel û Schulz di seranserê nîqaşê da qet li ser nijadperestiya zêde dibe nesekinîn û ev yek jî asta ku siyaseta Almanyayê gihîştiyê nîşan dide. Hêviya me ew e ku ev rewşa bi pirsgirêk a têkiliyên Tirkiyeyê û Almanyayê dixe qurbana nêrîneke teng di demeke kin da biguhere."