07 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 08 Rêbendan 2016
ANKARA
Rûniştina sêyemîn a doza Yasîn Boru, Ahmet Dakak, Riyat Guneş û Hasan Gokgûzê ku di çalakiyên bêdestûr ên 6 û 7ê cotmeha sala 2014an de li Diyarbekirê bi hinceta dagirkirina Kobanê hatin lidarxistin de hatibûn kuştin dest pê kir.
Di doza ku li Dadgeha Cezayê Giran a 2yemîn a Enqereyê dest pê kir de 17 jê girtî 34 bersûc tên darizandin.
Bi hinceta ewlehiyê doz neqlî Enqereyê hatibû kirin û ji ber zêdebûna bersûc û temaşevanan doz li eywana Dadgeha Cezaya Giran a 10 û 11ê yên Enqereyê tê dîtin.
Kesên dixwestin li rûniştina dozê temaşe bikin piştî kontrolê ketin eywana dadgehê. Xizmên kuştî û bersûcan bi hev du re li wê derê ne, dozê dişopînin û ji ber vê jî gelek polês û wezifedarên ewlehiyê yên taybet li hundir û derveyê salona dadgehê ne.
Di rûniştinê de wê guhdariya beyana hin bersûc û gilîdaran bê kirin.