Haydar Şahin
22 Sibat 2018•Rojanekirin: 22 Sibat 2018
İSTANBUL
Di doza di dema hewla derbeyê ya 15ê Tîrmeha 2016an a Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da dagirkirina Navenda Kordinasyona Afatê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê da 6ê wan girtî, 9ê wan leşkerên birutBe 17 kes dihatin darizandin. Di dozê da bi hinceta "îxlakirina qanûna bingehîn" cezayê girankirî yê hetahetayî, bi hinceta "zirardayîna mal", "birîndarkirina bi zanatî" jî 41 sal cezayê hepsê dan 5 bersûcan.
Di rûniştina li Dadgeha Cezayê Giran a 25an Stenboê da bersûcan û parêzerên wan parastinên xwe dan, texliye û beraeta xwe xwestin.
Heyeta mehkemeyê biryara xwe eşkere kir, bi hinceta "bi cebr û tundiyê teşebişa ji holê rakirina pergala qanûna bingehîn a Komara Tirkiyeyê" cezayê girankirî yê hetahetayî, bi hinceta "zirardayîna mal", "birîndarkirina bi zanatî" jî 41 sal cezayê hepsê da Mustafa Kubîlayê Yarbayê Qurmay, Hakan Ozhanê Yuzbaşî, Ramazan Dervîşê Yuzbaşî, Levent Aksoyê Yuzbaşiyê xwendekar û Mehmet Fatîh Guvenê Yuzbaşiyê xwendekar.
Ji ber ku di dema darizandinê da beyaneke poşmaniya wan nîşan dida nedan cezayê wan nehat kêmkirin.
Heyeta mihkemeyê ji ber sûcê "tehdîdkirina bi sîlahê" 5 sal ceza da bersûc Ramazan Sezer, dema girtîbûna wî da ber çavan û biryar da ku bira were texliyekirin.
Dadgehê ji bo Emîn Karaca, Hasan Huseyîn Saglam, Haydar Îpeker, Îsa Uysal, Îsmaîl Erol, Muhammed Fistikçi, Mukerrem Karataş û Omer Faruk Çîmen jî biryar da ku werin beraetkirin.
Heyetê ji bo Cevdet Denîz, Halîl Guler û Serdar Pattanoglu jî biryar da ku ji hemû sûcan werin beraetkirin.