Penaberên kobanêyî yên ku li Silêymaniya bajarê HKIyê di konbajarê de dimînin bi çar çavan li benda wê roja ku dê vegerin malên xwe ne.
Li konbajara Arbatê ya ku 20 kîlometro dûrî bajarê Silêymaniyê ye 6 hezar penaberên ku ji Kobanêyê hatin dimînin. Kampa ku li ser axê hatiye avakirin di konên nelihev de rûdinên. Tê dîtin ku hin malbatan kon rakirine û di şûna wan de ji xwe re malên wekî kolîtan çêkirine. Germahiya zêde ji bo şêniyên kampê êşkenceyek e. Ji ber ava ku bi tankêrê tê anîn têrî kampê nake û cêyran gelek caran diçe û ji ber wê jî klîma naxebitin, jiyana niştecihên kampê dijwartir dibe.
-Ji bo vegerin malên xwe rojan dijmêrin
Sûriyeyiyên dixwazin ku ji rewşa penaberiyê xilas bin ji bo ku vegerin malên xwe rojan dihejmêrin. Kobanê û Tel Abyada li bakurê sûriyeyê jî ji DAEŞa rêxistina terorê hat xilaskirin û ev yek jî hêviyên vegera mal a penaberan zêde dike.
Şêniyê Kobanêyê Mihemed Osman (56) daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku bi şer re malbata wê belav bû, zarokên wî li Tirkiye û Ewropayê, ew û xanima xwe jî li kampê man.
Osman dibêje ku "Heke ez pereyê tê peyda bikim ez dê vegerim Kobanêyê. Ez ê li ser mala xwe ya xirabe konekî vekim û wir bijîm. Ji bilî vegerê tu çareyê me tune."
Şêniyekî din ê kampê Xalid Welî jî dibêje ku arîkariyên ku ji Neteweyên Yekbûyî (NY) û saziyên arîkariya mirovahiyê yên din tên kêm bûn û rewşa hemû penaberên li Iraqê her ku diçe dijwartir dibe. Welî qal kir ku berê diçûn bazara karkeran û wir dixebitîn lê piştî qeyrana aboriyê ev derfet jî ji destê wan derket û wiha axivî: "Dema em li Sûriyeyê bûn di meha remezanê de di sifreya me de bereket hebû. Em hemû malbat dihatin bal hev û me fitara xwe dikir lê belê vir li dora me tu kes tune."
Berpirsyarê Îdarî yê Konbajêra Arbatê Ronî Hecî jî diyar kir ku penaberan li benda wê roja ku dê di bin germahiya ku mirov dibeecîne de neçar vegerin welatê xwe ne û wiha axivî:
"Çavê her kesê li mala wî ya ku li pişt xwe hiştiye ye. Dixwazin bibihîzin ku pevçûnên li Sûriyeyê xilas bûne û eşyayên xwe berhev bikin. Çend sal berê niha bi kêfxweşî li mala xwe remezana xwe derbas dikirin lê belê niha di bin konê de bi arîkariyên biçûk ên ku didin destê wan hewl didin ku xwe xweş bikin. Dê heta kengî bi vî awayî li ber xwe bidin."