Önder Beyter
01 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 02 Rêbendan 2018
ÎSTANBUL
Hat ragihandin ku li Îranê di xwepêşandanên dijî rejimê da hejmara kuştiyan derket 10an û herwiha hejmara binçavkiriyan jî herî kêm derket 377an.
Li gorî nûçeya Ajansa Karkerên Îranî ILNAyê, parlamenterê bajarê Îze yê girêdayî eyaleta Xûzistanê Hîdayetulah Hemîdî di axaftina xwe ya li meclisê da ragihand ku li bajarê Îze duh bişev di xwepêşandanan da 2 kes hatin kuştin."
Li gorî çendîn daxuyaniyên rayedarên dewleta Îranê jî ji pêncşema borî roja destpêka xwepêşandanan vir va li tevahiya welat 10 kes hatin kuştin.
Herwiha hat ragihandin ku di xwepêşandanan da li Tehranê 200, li Erakê 100, li Îsfahanê 60, li Eyaleta Azerbeycana Rojava 10 û li navçeya Rebatkerîmê jî 7 ku bi tevahî dike 377 kes hatin binçavkirin.
Li bajarê Meşhedê roja pêncşemê bêyî bangewaziya partiyeke siyasî, grûbek jixweberê kom bûbû û dest bi protestokirina şert û mercên aboriyê kiribûn. Dû ra vê xwepêşandanê dirûvê protestoyên dijî rejimê wergirtibû û belayî gelek bajaran bûbû.