Abdullah Tel
27 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 28 Cotmeh 2018
XEZZE
Tevgera Cîhadê ya Îslamî ragihand ku wan piştî êrîşên li dijî Xezzeyê di çavdêriya Misrê da bi Îsraîlê ra agirbest îlan kirin.
Berdevkê Tevgera Cîhadê ya Îslamî Davud Şîhab daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got: "Piştî hevdîtinên bi Misrê ra hatin kirin em îlan dikin ku bi Îsraîlê ra agirbest pêk hat."
Şîhab ragihand ku heta Îsraîl agirbestê binpê neke ewê li gor agirbestê tevbigerin.
Îsraîlê duh êvarê îdia kir ku ji Xeta Xezzeya dorpêçkirî roket avêtine aliyê Îsraîlê û li ser vê jî ji hewayê va êrîşî hin ciyên li Xezzeyê bûn kir.
Di daxuyaniya artêşa Îsraîlê da hat diyarkirin ku teyareyên şer û firokeyên Îsraîlê li 80 hedefên Hemasê yên li Xezzeyê xistin.
Wekî mayîn di daxuyaniyê da hatibû destnîşankirin ku duh êvarê 30 roket ji Xezzeyê avêtin Îsraîlê ji wan 10 heb bi sîstema parastina hewayê va hatin îmhekirin û yên din jî di ser eraziyên vala da ketin.
Tevgera Cîhada Îslamî ya li Xezzeyê jî ragihandibû ku li dijî kuştina sivîlên bêguneh dest û lingên komên berxwedanê girêdayî namîne û wiha hat gotin: "Berxwedanê hetanî nika gelek caran hişyarî da ku sivîlan nexin hedef lêbelê hêzên dagirker di dorpêçê da lîstina bi jiyana mirovan didomîne."
Di çalakiyên duh li Şerîaya Rojava û sînorê Xezzeyê hatin lidarxistin da 5 welatiyên Filistînê bi destê eskerên Îsraîlê hatin şehîdkirin, 180 welatî jî hatin birîndarkirin.