12 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 12 Rêbendan 2017
WASHINGTON
Rex Tîllersonê namzedê Wezîrê Karên Derve yê Donald Trumpê ku ji bo serokatiya DYAyê hat hilbijartin got ku "Divê ku em di mijara Sûriyeyê de dîsa bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bixebitin. Tirkiye mitefîqekî me yê gelekî kevn ê NATOyê ye."
Tîllerson piştî ku ji aliyê Trump ve wekî namzed hat nîşandan li Komîteya Têkiliyên Derve yê Senatoya DYAyê bersiva pirsên senatoran ên der heqê polîtîkaya derve de dan.
Tîllerson bersiva pirseke der heqê piştî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê "serokatiya" DYAyê ya li Rojhilatan Navîn xilas bû de got ji bo ku DYA li herêmê dîsa bibe xwedî gotin divê dîsa "bi dost û mitefîqên xwe re" bixebite.
Tîllerson got ku "Pêngava ewilîn a divê ku em biavêjin ew e ku em dîsa bi dostên xwe yên kevnar û mitefîqên xwe re bixebitin. Divê em car din nîşanî wan bidin ku em vegeriyane û qal bikin ku planeke me heye. Di asta ku em niha tê de ne em nikarin tu tiştî bikin."
Tîllerson diyar kir ku li Sûriyeyê polîtîkayên Tirkiye, Rûsya û Îranê girîng in wiha axivî:
"Em divê dîsa bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re bixebitin. Tirkiye mitefîqekî me yê gelekî kevn ê NATOyê ye. Li herêmê di kêmasiya DYAyê de endîşedar bû û berê xwe da Rûsyayê. Rûsya mitefîqekî mayînde nîne. Divê mirov bi awayekî eşkere nîşan bide ku Rûsya mitefîqekî mayînde nîne. Mitefîqê Tirkiyeyê DYA ye."
Tîllerson got ku wek pêngava duyemîn a ku divê li herêmê bê avêtin jî divê li Sûriyeyê dijî DEAŞê têkoşîn bidin. Tîllerson diyar kir ku divê Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed biçe û da zanîn ku têkoşîna dijî DEAŞê û têkoşîna dijî Esed de hin cihan de li hev nakin.
Rex Tîllerson wiha axivî: "Divê em biryar bidin ka dê piştî Esed çi be."