
Jakarta Raya
Hat ragihandin, hejmara kesên di erdheja ku 15ê rêbendanê li bajarê Majene yê eyaleta Sulawesiya Rojava ya Endonezyayê da mirin, derket 81ê.
Di daxuyaniya nivîskî ya Navenda Zanyarî û Ragihandinê ya Ajansa Birêvabirina Afatê ya Neteweyî da hat destnîşankirin, di xebatên lêgerîn û xilaskirinê da cesedên 8 kesên din jî hatin dîtin û bi vî awayî 70 li herêma Mamujuyê û 11 jê jî li Majeneyê bi tevahî 81 kes di erdhejê da mirin.
Di daxuyaniyê da hat balkişandin ku li herêmê xesar gihîşt bi qasî 200 avahiyî û her wiha di avahiyên hilweşiyayî da xebatên lêgerîn û xilaskirinê didomin.
Peywirdaran duh ragihandibû, 253 kesên ku di erdhejê da bi giranî birîndar bûn, tedawiya wan li nexweşxaneyan didome û her wisa 28 hezar kesên ku ji ber erdhejê hatin texliyekirin jî li 25 ciyên cuda û ewle hatin bicihkirin.