Muhammet Kurşun
21 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2017
WASHINGTON
Wezîrê Berevaniyê yê Emrîkayê Jim Mattis diyar kir ku serekê DEAŞê Ebûbekir Bexdadî li heyatê ye û rola wî di nava rêxistinê de dewam dike.
Mattis li Wezareta Berevaniyê li ser piyan bi rojnamevanan re sohbet kir û cewaba pirsên der barê mucadeleya dijî DEAŞê û revizyona stratejiya Washingtonê li Efxanistanê de da.
Li ser pirseke der barê Bexdadî de Mattis wiha cewab da:
"Ez wisa difikirim ku Bexdadî li heyatê ye. Heta ku em bi xwe kuştina wî teyid nekin ezê berevajiyê wê qebûl nekim."
Herwiha got rola xwe di nav rêxistinê de didomîne.