MUNÎH
Wezîrê Karên Derve Ahmet Davutoglu ji bo ku alîkariya mirovahî bigîhîje herêmên dopêçkirî yên Sûriyeyê, bangî Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku NY tev bigere.
Wezîr Davutoglu di Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 50emîn de li panêla ku mijara wê Rojhilata Navîn de axivî.
Davutoglu bangî welatên Konseya Ewlehiyê ya NYê kir û got: "Em ji NYê hêvî dikin ku bi awayekî ecele tevbigere. Em hêvî dikin ku ewil ji bo gihîştina alîkariyên mirovahî biryarekê bide."
Davutoglu ji bo ku alîkariyên mirovahiyê bighîje herêmên dorpêçkirî "gîhandina bêsînor ya mirovahî" xwest û wiha axivî:
"Ev mijareke siyasî nîne. Ez tenê ji bo herêmên ku ji aliyê rejîmê ve hatiye dorpêçkirin nabêjim, ji bo giştiyê Sûriyeyê divê gîhandina bêsînor ya mirovahî çêbibe. Ji bo vê biryara Konseya Ewlehiyê ya NYê ya ku divê bê dayîn, di çarçoveya benda 7emîn ya şertê NYê de bê hesabkirin û kesên ku van alîkariyan asteng dikin bên cezakirin."