SÎNABUNG
Çiyayê agirîn ya ku li Sînabunga rojavayê Endonezyayê ye dîsa teqiya û 14 kes mirin.
Berdevkê Saziya Kêmkirina Zirarên Afatê ya Neteweyî ya Endonezyayê Sutopo Purwo Nugroho diyar kir çiyayê agirînê ya ku li Herêma Bakurê Sumatrayê ye dîsa teqiya û ji ber teqînan 14 kes mirin û ji wan 4 kes jî xwendekarên lîseyê yên ku hatibûn gerê ne.
Hat ragihandin ku çiyayê agirîn hê jî diteqe û alavên agir li der dora xwe belav dike, ev jî ji bo welatiyên ku li wir dijîn xetere ye. Hat diyarkirin ekîbên alîkariyê dixebitin ku xwe bigihîni kesên ku windabûne lê belê di tariya şevê de nikarin bixebitin ji ber vê yekê jî ditirsin ku hejmara miriyan zêde bibe.