Zuhal Demirci,Behlül Çetinkaya
26 Nîsan 2024•Rojanekirin: 29 Nîsan 2024
Danasîna belgefîlma Ajansa Anadoluyê (AA) Delîl (Kanit) ya ku hemî sûcên şer ên ku Îsraîlê li Xezeyê kirine dixe berçav, bi mazûvaniya Parlamentoya Îngiltereyê hat kirin.
Balyozê Tirkiyeyê yê li Londonê Osman Koray Ertaş, Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Serdar Karagoz, Endamê Meclisa Lordan Qurban Huseyn, Parlamenterê Partiya Karkeran Xalid Mehmûd û Alîkara Serokê Herêma Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî Aya Mejzûb û gelek kesên din ên vexwendî beşdarî danasîna ku li Hola Jubilee ya parlementoyê çêbû, bûn.
Balyoz Ertaşê ku di danasîna belgefîlma Delîlê da axivî anî ziman ku AA weke yek ji hêzdartirîn markeya Tirkiyeyê di warê nûçegeriyê da jî gihiştiye asteke kurewî.
Ertaş ji bo beşgefîlma Delîlê spasiyên xwe anîn ziman û spasiya Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Karagoz û hemî xebatkarên AAyê kir ku bûyerên li Xezeyê kirin nûçe.
Serokê Lijneya Rêveberiyê û Rêveberê Giştî yê AAyê Karagoz, anî ziman ku bûyerên ku ji 7ê cotmehê vir va li Xezeyê qewimîn bûn manşetên navneteweyî û bala her kesî kişand ser xwe û di encamê da jî civaka navneteweyî weke alîgirên Filistînê û alîgirên Îsraîlê bûn du beş.
Karagoz desnîşan kir ku ew ne ji bo rojeva siyasî hatiye Londonê ew li cem heqîqetê ye got, "Ez ne siyasetmedar im. Ez ne dadger û ne jî pisporê hiqûqê me. Ez rojnamevan im."
Karagoz got, "Ez îro hatim vir da ku berpirsyariya xwe ya di warê pîşeya xwe ya birûmet, rojnamegeriyê da bi cih bînim."
Karagoz tekezî kir ku rojnameger ruhê civakê ne û dema li gelê Xezeyê dinêre ruhê wî nerehet dibe û wiha pê da çû:
"Belgefîlma Delîlê di nava 2 meh û nîvan da hatiye temamkirin û li Lubnan, Îsraîl, Îtalya, DYA û Îngiltereyê hatiye kişandin, hemû dîmenên Xezeyê yên di belgefîlmê da ji aliyê xebatkarên ajansê bi xwe va hatine kişandin. Gelek pisporên navdar ên cîhanê û nûnerên rêxistinên navneteweyî piştevaniya belgefîlmê kirin."
Karagoz her wiha got, "Rêxistin û saziyên mafên mirovan ên navneteweyî yên wekî Çavdêriya Mafê Mirovan, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û Situ Studios, di warê piştevaniyê da di rêza serî da ne."