Dinya

Serokomarê Almanyayê Steinmeier: "Li Rojhilata Navîn aştiya mayînde bi çareseriya dudewletî pêkan e"

Cüneyt Karadağ  | 26.04.2024 - Rojanekırın : 27.04.2024
Serokomarê Almanyayê Steinmeier: "Li Rojhilata Navîn aştiya mayînde bi çareseriya dudewletî pêkan e"

Berlin

 Serokomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier ji bo rojnamegerên ku serdana wî ya 22-24ê nîsanê ya li Tirkiyeyê dişopandin, nirxandin kirin.

Steinmeier destnîşan kir ku welatê wî û Tirkiye li ser nakokiyên li Rojhilata Navîn nêrînên wan ên cuda hene û got, "Lêbelê em û Tirkiyeyê hemfikr in ku li Rojhilata Navîn aştiya mayînde bi çareseriya dudewletî pêkan e."

Steinmeier temasên xwe yên li Tirkiyeyê erênî nirxand û got, "Her deqîqeya serdana min a Tirkiyeyê bi qîmet bû."

Steinmeier bal kişand ser giringiya serdana xwe ya Tirkiyeyê ji bo têkiliyên her du welatan û got, "Ji bo min gelekî giring bû ku di 100emîn salvegera destpêkirina têkiliyên me yên dîplomatîk da ez li Tirkiyeyê bûm."

Steinmeier bal kişand ku her du welat endamên mitefiq ên G20ê yên NATOyê ne û got, "Weke Tirkiye-Almanyayê em hewcedarê hev in, pêwîstiya me bi hev heye."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın