16 Sibat 2016•Rojanekirin: 17 Sibat 2016
HEWLÊR
Parlementera êzdî ya Parlementoya Iraqê Viyan Dexîlê diyar kir ku ji bo êrîşên DAEŞa rêxistina terorê yên ku li Şingalê biribû ser êzdiyan wek "jenosîd" bê qebûlkirin gavên ku hewce dikirin hatin avêtin û wiha pê de çû: "Ji bo ku êrîş wek jenosîd bê qebûlkirin lazim e belgeyên ku têr bikin bên berhevkirin.
Dexîlê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir kirinên DAEŞê yên ku li Şingala navçeya Mûsilê anî serê êzdiyên kurd ji bo wek qirkirin bê qebûlkirin dixebitin û wiha dewam kir: "Di vê mijarê de gavên hewce dikin tên avêtin. Der heqê êrîşan de lêkolînên hewce dikin ji hêla rayedaran ve tên kirin. Di vê mijarê de hewlên pir cidî yên Yekîtiya Ewropayê û hemû welatên din gelek in. Ev aliyê ku ev sûc kiriye ne dewlete lê komeke terorîst e. Ji bo ku êrîş wek qirkirin bên qebûlkirin belgeyên têr bikin divê bên berhevkirin. Em niha tam jî ji bo berhevkirina wan belgeyan hewl didin."
Parlementera êzdî Dexîlê der heqê rewşa Şingala ku demeke dirêj di bin kontrola DAEŞê da mabû de jî got: "Di vê heyamê de ne mimkun e ku Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê Şingalê ji nû ve avabikin lewra ji sedî 90ê bajêr hilweşiyaye. Ji ber vê jî saziyên civakî yên navneteweyî ji bo ji nû ve înşeakirina Şingalê wê di qada darayiyê de alîkariyê bidin û ji bo ku êzdî rastî heman êrîşan neyên tewdîrên hewce dikin wê helbidin."
Dexîlê der barê hejmara jinên êzdî yên dîlên destê DAEŞê de jî got: "Li gor agahiyên di destê me de ne 5 hezar û 800 jinên êzdî hatin revandin. Ji wan dîlan 2 hezar û 300 jin hatin xilaskirin. Lê yên din hê jî di destê wan de rehîn in. Welatên Ewropayê ji bo tedawîkirina jinên ku hatine xilaskirin hemfikir in."