Selman Aksünger
08 Sibat 2024•Rojanekirin: 10 Sibat 2024
Nawaf Salam bû serokê nû yê Dîwana Edaletê ya Navneteweyî (UAD), Dadgera Ûgandayî Julia Sebutinde jî bû alîkara serok.
Piştî ku dema wezîfeyê ya serokê berê yê UADê Joan Donoghueyê Dadgerê Amerîkayî û alîkarê serok Kirill Gevorgianê Dadgerê Ûrîs kuta bû, ji bo 3 salan serokê nû alîkarê wî hat hilbijartin.
Di navbera dadgerên UADyê da dengdayîna veşarî hat kirin û di dengdayînê da Dadgerê Libnanî Salam bû serok, Dadgera Ûgandayî Sebutinde bû alîkara serok.
Dadger Salam di 6ê Sibata 2018an da dest bi wezîfeya xwe ya UADê kir, beriya ku di UADê da dest bi wezîfeyê bike, di Neteweyên Yekbûyî da Balyoz û Nûnerê Daîmî yê Libnanê bû.
Alîkara Serok Sebutinde jî di 6ê Sibata 2012an beşdarî dîwanê bû. Sebutinde beriya vê wezîfeyê di Mehkemeya Taybet a Sierra Leoneyê da wezîfe kiriye.
Sebutindeya Dadgera Ûgandayî di doza ku Afrîkaya Başûr der barê "komkujiya" li Xeta Xezeyê da vekir da di hemû biryarên tedbîrê yên 26ê Rêbendanê da di lehê Îsraîlê da deng dabû.