İbrahim Atmaca
06 Sibat 2018•Rojanekirin: 06 Sibat 2018
PEKÎN
Çînê eşkere kir ku wan li ser pergaleke fuzeşikênê ceribandineke serkeftî kir.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastinê ya Çînê hat dayîn û hat gotin ku duh di nav sînorên Çînê da teknolojiya pergala fuzeşikênê hat bikaranîn û bi awayekî serkeftî tetbîqateke parastinê hat kirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin ku ceribandin gihîşt hedefa xwe, armanca tetbîqatê bi temamî parastin e û hedefa wê tu welêt an jî herêm nîne.
Di daxuyaniyê da hûrgilî nehatin dayîn.
Amerîkayê li dijî tehdîda balîstîk û nukleerê ya Koreya Bakur dest pê kiribû û li Koreya Başûr THAAD (Parastina Hewayî ya Herêmê) bi cih kiribû. Rêvebiriya Pekînê jî daxuyandibû ku ew ê li dijî THAADê çekên nû biceribînin.