CNN: Serokdewletê Venezuelayê Maduro û xanima wî ji odeya razanê hatin kişkişandin û derxistin
Ankara
CNNa saziya weşanê ya Amerîkayî nivîsand ku Serokdewletê Venezuelayê Nîcolas Maduro û xanima wî ji odeya razanê hatin kişkişandin û derxistin.
Li gor nûçeya ku CNNê sipart çavkaniyeke nêzî mijarê dema ku hêzên Amerîkayê Nîcolas Maduro û xanima wî Cîlîa Floresê ji odeya wan a razanê derxist ew kişkişandin.
Çavkaniyan dan zanîn ku Maduro û xanima wî dema operasyonê di xew da bûne û saet nîvê şevê bû.
- Amerîkayê Caracasa paytextê Venezuelayê bombebaran kir
Li Caracasa paytextê Venezuelayê herî kêm dengê 7 teqînan hat bihîstin.
Serokê Amerîkayê Trump: "Maduro û jina wî hatin girtin û ji welêt hatin derxistin"
Li gorî şahidên bûyerê bi saeta herêmî di 02.00an da herî kêm dengê 7 teqînan hat bihîstin.
Piştî teqînan gelek kes ji malê xwe derketine û xwe avêtine derva. Dengê teqînan li hin deveran ji dûr va baş hat bihîstin.
Balafirên ku nizm difiriyan jî bûn sedema tirsê.
Hikûmeta Venezuelayê hê der barê bûyeran da daxuyaniyeke fermî nedaye.
Di parvekirinên li ser medyaya civakî yên ku tê îdiakirin der barê bûyerên li Venezuelayê da ne, dîmenên teqînên li deverên cuda yên bajêr nîşan didin.
- Serokomarê Kolombiyayê Petro: "Niha Caracas tê bombebarankirin"
Serokomarê Kolombiyayê Gustavo Petro got, "Niha Caracas tê bombebarankirin. Dijî Venezuelayê bi moşekan êrîş tên kirin."
Petro di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê Xa şirketa medyaya civakî ya navend Amerîkayê da ragihand ku Caracasa paytextê Venezuelayê tê bombekirin.
Serokomar Petro wiha got, "Niha Caracas tê bombebarankirin. Dijî Venezuelayê bi moşekan êrîş tên kirin. Divê Rêxistina Dewletên Amerîkayê (OAS) û Neteweyên Yekbûyî (NY) tavilê bicivin."
- Hikûmeta Venezuelayê bi hinceta ku dijî tesîsên sivîl û eskerî êrîş pêk aniye, Amerîka sûcdar kir
Hikûmeta Venezuelayê bi hinceta ku li deverên curbecur yên welêt dijî tesîsên sivîl û eskerî êrîş pêk aniye, Amerîka sûcdar kir.
Di daxuyaniya nivîskî da hikûmeta Caracasê got ku êrîşên ji hêla rêveberiya Amerîkayê va dijî hedefên sivîl û eskerî li paytext û eyaletên Mîranda, Aragua û La Guaîrayê hatine kirin, "bi tundî red" û "şermezar dikin."
Hikûmeta Venezuelayê di daxuyaniyê da bi hinceta ku li deverên curbecur yên welêt dijî tesîsên sivîl û eskerî êrîş pêk aniye, Amerîka sûcdar kir.
Di daxuyaniyê da Hikûmeta Venezuelayê diyar kir armanca vê êrîşê bi taybetî petrol û maden, desteserkirina çavkaniyên stratejîk yên Venezuelayê ye.
- Rêveberiya Hewayî ya Federal ya Amerîkayê firînên bazirganî yên Amerîkayê li qada hewayî ya Venezuelayê rawestandin
Rêveberiya Hewayî ya Federal ya Amerîkayê (FAA) ji ber "çalakiyên leşkerî yên berdewam" yên piştî teqînên li Caracasa paytexta Venezuelayê, firînên bazirganî yên Amerîkayê li ser qada hewayî ya Venezuelayê qedexe kir.
FAAyê piştî teqînên li Caracas û tohmetên hikûmeta Venezuelayê ku Amerîka berpirsiyarê êrîşên li ser tesîsên sivîl û leşkerî li deverên cuda yên welêt e, derbarê qada hewayî ya Venezuelayê da daxuyaniyek weşand.
FAAyê ragihand ku ew firînên bazirganî yên Amerîkayê ji qada hewayî ya Venezuelayê qedexe dike û "çalakiyên leşkerî yên berdewam" wekî sedema vê biryarê destnîşan kir.
Di daxuyaniya nivîskî da hikûmeta Caracasê gotibû ku êrîşên ji hêla rêveberiya Amerîkayê va dijî hedefên sivîl û eskerî li paytext û eyaletên Mîranda, Aragua û La Guaîrayê hatine kirin, "bi tundî red" û "şermezar dikin."
- Cîgira Serokdewletê Venezuelayê ji Amerîkayê delîl xwest ku nîşan bide Maduro û jina wî sax in
Cîgira Serokdewletê Venezuelayê Delcy Rodrîguezê got ku cihê Serok Nîcolas Maduro û jina wî nayê zanîn û wan ji Amerîkayê delîl xwestine ku nîşan bide Maduro û jina wî sax in.
Li gorî CNNyê Rodrîguezê ji televizyona dewletê VTV Venezuela ra got ku cihê Maduro û jina wî Cîlîa Flores nayê zanîn.
Rodrîguezê diyar kir ku êrîşa Amerîkayê li seranserê welêt bûye sedema jidestçûna jiyana rayedar, personelên leşkerî û sivîl û got, "Em ji rêveberiya Donald Trump tavilê delîlan dixwazin ku nîşan bide Serok Maduro û jina wî sax in."
Li Caracasa paytextê Venezuelayê dengê teqînan hatibû bihîstin.
Serokê Amerîkayê Donald Trump gotibû ku "Amerîkayê li dijî Venezuelayê û serokê wê Nicolas Maduro êrîşeke berfireh da destpêkirin û Maduro û jina wî hatin girtin û ji welêt hatin derxistin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
