Serokê Amerîkayê Trump: "Maduro û jina wî hatin girtin û ji welêt hatin derxistin"
Ankara
Serokê Amerîkayê Donald Trump wiha got: "Amerîkayê li dijî Venezuelayê û serokê wê Nicolas Maduro êrîşeke berfireh da destpêkirin û Maduro û jina wî hatin girtin û ji welêt hatin derxistin."
Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê diyar kir ku êrîşên li dijî Venezuelayê ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) va hatine kirin.
Trump diyar kir ku ev operasyon bi hevkariya hêzên ewlehiyê yên Amerîkayê hatiye kirin û wiha got:
"Amerîkayê li dijî Venezuelayê û serokê wê Nicolas Maduro êrîşeke berfireh da destpêkirin û Maduro û jina wî hatin girtin û ji welêt hatin derxistin."
Trump her wiha ragihand ku ew ê saet 11.00yê bi dema herêmî li mala xwe ya Mar-a-Lago li Florîdayê civîneke çapemeniyê li dar bixe.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
