Önder Beyter
26 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
WASHINGTON
Serokê Amerîkayê Donald Trump îdia kir ku CNN Internatioanl TV "çavkaniya nûçeyên derew" e û li dinyayê bi awayekî xirab nûnertiya Amerîkayê dike.
Trump li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha got, "Fox News li Amerîkayê ji CNNê pir baştir e, lêbelê li dervayê Amerîkayê CNN International hê jî çavkaniya nûçeyên (derew) e û li dinyayê pir xirab nûnertiya gelê me dike. Dinyaya dereke ji wan rastiyê hîn nabe."
Parvekirina Trump ji 17 hezar carî bêtir hat retweetkirin û herwiha 36 hezar bikarhênerî jî bersiv dayê.
- "Karê me nûçegihanî ye"
Bi hezaran kesî bertek nîşanî parvekirina Trump da û herwisa televîzyona CNNê jî ji ser hesabê peywendiya dezgehî bersiv da Trump.
Ji ser hesabê CNNPRê bo Trump wiha bersiv hat dayîn, "Li dinyayê temsîlkirina Amerîkayê ne peywira CNNê, peywira we ye. Karê me nûçegihanî ye."