Sevim Hatun
27 Mijdar 2017•Rojanekirin: 27 Mijdar 2017
CAKARTA
Ji ber xweliya ku Çiyayê Agirîn yê Girava Balî yê li Endonezyayê dipijiqîne hişyarî hat dayin.
Ajansa Rêveberiya Afadê ya Netewî (BNPB) diyar kir ku bilindiya xweliya ku çiya dipijiqîne gihîşt 6 hezar metroyî û dibe ku teqîneke mezin çêbe. Ji ber talûkeyê hişyarî hat dayin ku herêmê tevdîr tên girtin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ji ber xeterê piştî betalkirina seferên balafirgeha li Lombokê seferên balafirgeha li Baliyê jî ji bo demekê hatin sekinandin.
Ji aliyê din ve ji ber sefer hatin taloqkirin bi hezaran rêwî mexdûr bûn.
Çiyayê Agirîn ê Agungê herî dawî di sala 1963an de teqiyabû û di teqînê de nêzîkî hezar û 100 însan miribûn.