09 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2017
ÎDLIB
Cinazeyê Emanî el-Rahmuna sûriyeyî (20) û dergûşa wê Halaf el-Rahmunê 10 mehî do êvarê li Reyhanliya navçeya Hatayê ji deriyê Babulê yê li hember deriyê sînor ê Cîlvegoziyê derbasî Sûriyeyê kirin.
Mihemmed Evdilhadî Elî el-Rahmunê bavê El-Rahmunê mêrê jinikê yê cinazeyan teslim hilda daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir dixwazin hikûmeta Tirkiyeyê sûcdaran demildest ceza bike.
Cinazeyên ji deriyê Babulê hatin derbaskirin bi ambulansê birin Cîbaleya gundê Îdlibê ya di destê mixalifan da ye.
Xizmên malbatê di merasima cinazeyan da destnîşan kirin ev hovîtî gelê tirk temsîl nake ya hikûmeta Tirkiyeyê nîne û gotin em tenê dixwazin sûcdar bên cezakirin.
Cinazeyê dê û dergûşê piştî nimêjê hatin veşartin.
Cinazeyê Emanî el-Rahmuna sûriyeyî ya bihemle û dergûşa wê lawîn li Kaynarcaya navçeya Sakaryayê li daristanê hatibûn dîtin.