30 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 30 Rêbendan 2017
GAZÎANTEP/HELEB
450 polêsên ku li Tirkiyeyê hatin perwerdekirin, li Cerablusa navçeya Helebê ji bo hizûr û ewlehiyê 24 saetan wezîfeyê dikin.
Di çarçoveya operasyona ku Hêzên Wezîfedar ên Taybet ên Hevpar ên Hêzên Çekdar ên Tirk û Hêzên Esmanî yên Koalîsyonê li bakurê Sûriyeyê dike da Cerablus piştî ku ji DEAŞa rêxistina terorê hat paqijkirin, teşkîlata polêsan lê hat ava kirin û fealiyetên teşkîlatê dewam dikin.
450 polês di qadên asayîş, têkoşîna terorê, trafîq û wekî din da perwerde bûn û ji bo tesîskirina hizûr û ewlehiya navçeyê dixebitin. Polêsên trafîqê li navenda bajêr trafîqê kontrol dikin û wesaîtên gumanbar didin sekinandin, lê digerin. Polês li der û dora nexweşxane, avahiya meclisê û avahiyên qamûyê jî nobetê digrin.
Polês şikbaran binçav dikin û der barê wan de tehqîqatê didin destpêkirin.
Cil û bergên polêsan şîn e û wek hevdu ye, lê yên li dijî terorê wezîfeyê dikin cil û bergên cuda li xwe dikin.
Piştî ku polêsan li bajêr dest bi wezîfeyê kir yekîneyên girêdayî Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) jê gelek çûn li eniyan de dixebitin. Yên mayîn jî amadehiyên xwe dibînin ku ji bajêr herin.
- "Her roj wê baştir bibe"
Midûrê Ewlehiya Cerablusê Evdirrezzak Aslan el-Laz ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan li Cerablusa ku ji destê rêxistina terorê DEAŞê hatiye hildan dest bi wezîfeyê kirine ku li bajêr ewlehiyê û asayişê biparêzin.
Laz diyar kir ku li bajêr 450 polês peywirê dikin û ev polêsên ku li Tirkiyeyê di warên cuda da perwerde dîtine, ji bo ku bajêr xweş û geş bikin, dixebitin.
Laz bal kişand ku xelk jî ji vê sepanê memnûn e û wiha pê da çû, "Her ku diçe dê xweşiktir be. Bona vê jî em ekîbên xwe di mijarên cuda da peywirdar dikin. Înşellah her rojeke Cerablusê dê ji ya berê xweştir be."
Laz herwiha diyar kir ku polês pirî carî li bajêr dewriye digerînin û wiha dawî li gotinên xwe anî, "Dewriyeya polêsên me jî di hin mijaran da dibe sedem ku pêşî li sûcan were girtin. Li Cerablusê her kesê di nava ewlekarî û aramiyê da bijî. Ji bo vê jî polês 24 saetan dixebitin."